‘Konseya Aştiyê’ ya Trump di krîzê de ye: Dolarekî bi tenê jî bi dest nexist

Derket holê ku “Konseya Aştiyê” ya ji aliyê Donald Trump ve ji bo jinûve avakirina Xezeyê û aştiyê hatî avakirin, hîna ti desteka fînansî bi dest nexistiye. Proje ji ber nîqaşên pirsgirêkên hiqûqî û zelaliyê, xitimî ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump meha çileyê ji bo jinûve avakirina Xezeyê, “Konseya Aştiyê” ava kir. Hat ragihandin ku vê projeyê heya niha yek dolar jî bi dest nexistiye.

Li gorî nûçeya Financial Times, tevî sozên ji bo milyaran dolarî jî ti alîkariya fermî ji konseyê re nehate dayîn. Rojnameyê ev agahî sparte 4 çavkaniyên nêzî dosyayê.

MEKANÎZMAYA ZELALIYÊ YA SERBIXWE NÎNE

Li gorî nûçeyê, rêveberiya Trump şûna ku fona avakirina jinûve ya ji aliyê Bankaya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatî erêkirin bi kar bîne, alîkariyên hatine komkirin rasterast avêt ser hesabeke li ser JPMorgan Chase hatî vekirin.

Berdevkê konseyê ev rêbaz piştrast kir. Financial Times ev tişt nivîsand, “Mekanîzmayeke zelaliyê ya serbixwe nîne.”

JI BO ENDAMTIYA MAYÎNDE ŞERTÊ MILYAREK DOLAR

Hat diyarkirin ku welatên bixwazin di vê projeya Trump a ji bo Xezeyê de endamtiya mayînde bi dest bixin, divê milyarek dolar tevkariyê bikin.

Lê belê gelek welatên Ewropayê dûrî projeyê sekinîn. Di forûmê de hate ragihandin ku mutefîkên DYE’yê yên li Rojhilata Navîn û hikûmetên nêzî Trump, giranî qezenc kirine.

Serokkomarê Endonezyayê Prabowo Subianto jî ragihand ku ew ê milyarek dolarê jê hatî xwestin, nede.

100 MILYON DOLARÊ BAE HATE RAWESTANDIN

Li gorî Financial Times heya niha tenê di mîktareke bi sînor de pere hatine dayîn. Beşekî van çavkaniyan ji bo mezaxtinên ofîsê yê nûnerê payebilind ê konseyê Nikolay Mladenov hate bikaranîn.

Hat diyarkirin ku 100 milyon dolarê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (BAE) ya ji bo li Xezeyê hêzeke polîsan were avakirin, hate rawestandin.

JI BO JINÛVE AVAKIRINÊ 71 MILYAR DOLAR PÊWÎST E

Di meha Nîsanê de di xebata hevpar a Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Bankaya Cîhanê de hatibû hesabkirin ku di 10 salên pêşiya me de ji bo jinûve avakirina Xezeyê 71,4 milyar dolar pêwîst e.